Îlon 22, 2021 18:42 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Tirkiye û Imaratê jibo hevkariya di beşa Enêrjiyê da

Enqere û Ebûzebî derbarê sermiyandanîna Imaratê di beşa Enêrjiyê ya Tirkiyê da gotûbêêj dikin.

Li gorî rapora ISNAyê, Alb Erselan Beyreqdar Wezîrê Enêrjiyê yê Tirkiyê di civîneke çapemeniyê da got: Enqere jibo wergirtina sermiyanên Imaratê di projeyên Enêrjiyê yên Tirkiyê da, di gotûbêja tev Ebûzebiyê ye.

Beyreqdar bêyî amajeya bi cûreya projeyan, got: Imaratiyan beriya vê yekê jî jibo berhemanîna elektrîkê li Tirkiyê meyla xwe diyar kiribûn û çaverêtî heye ku gotûbêj digel Suheyl Mezrûyî wezîrê enêrjiyê yê Imaratê bên domandin.

 

Serepeyv