Demirtaş piştgirî da pêşniyara Kiliçdaroglu ya derbarê Pirsa Kurd de
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş di peyamekê de pêşwazî li daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de kir û piştgirî da pêşniyara wî.
Selahattin Demirtaş ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, HDP muxateb e û diyar kir, HDP dixwaze Pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên li Tikriyê bên çareserkirin.
Demirtaş, parlamentoya Tirkiyê wek cihê çareserkirina pirsgirêkan û di nav de Pirsa Kurd dibîne û dibêje: Bi qasî ku ez dizanim, HDP daxwaz dike ku hemû pirsgirêkên Tirkiyê, di nav wan de jî Pirsa Kurd, çareser bibin, aktorek siyasî ya xwedî vîn e, û bê guman ew muxatab e. Navnîşana çareseriyê jî bi awayê xwezayî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye.
Hevserokê berê yê HDPê ku hêj jî li Girtîgeha Sincanê ya Enqerê ye, HDP wek partiyek xwediyê zanebûn û ezmûna siyasî bi nav dike û amaje bi yekê dike, ku daxuyanî û nîqaşên bêkêr ti sûdê nagihînin çareseriya Pirsa Kurd.
Demirtaş dibêje:“Bê guman, HDP xwediyê zanebûn û ezmûna siyasî ye ku beşdarbûn û muxatabê vekirî û zelal ê hemû partî û beşan di çareseriya pirsgirêka Kurd de bizane. Anîna nîqaşên bêkêr û jixwe westiyayî alîkariya çareseriyê nake.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di beşa yekem a belgefîlma 'Birêz Kemal û Hevpeymanên Wî' de ku ji aliyê rojnamevan Gûnel Cantak ve hatiye amadekirin û roja 19ê Îlonê hatibû belavkirin, gotibû, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi desteyeke rewa heye. Em dikarin HDP'ê wek organek rewa bibînin.”
Kiliçdaroglu gotibû, Pirsa Kurd li Tirkiyê tenê dikare di nav parlamentoyê de bê çareserkirin û ji bo çareseriyê, li derveyî parlamenta Tirkiyê ti navnîşanên din tune ne.