Îlon 13, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Tanrikulu: Niha sîstema dadê ji ya 12ê Îlonê xirabtir e

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu li ser hesaba xwe ya medya civakî derbarê darbeya 12ê Îlonê û hewla darbeyê ya 15 Temuzê de axifî û got: “Heman Tabloya giran ku Tirkiye piştî derbeya 12ê Îlonê rûbrûbûye, piştî hewla darbeya 15ê Tîrmehê jî cardin rûbrûbûye. Niha Sîstemeke dadê ya ji 12ê Îlonê xirabtir heye.”

Parlamenterê Partiya Gel ya Komarî Sezgin Tanrikulu îro 13 Îlona 2021ê li ser hesaba xwe ya Twiterê derbarê  maf û binpêkariyên piştî darbeya 12ê Îlona 1980ê û hewla darbeyê ya 15 Tîrmehê 2016an de axifî.

Sezgin Tanrikulu ameje bi wê da ku berî 41 salan Tirkiye bi darbeyeke faşîst a leşkerî şiyar bûbû û got “Hêj jî bandorên wê darbeyê berdewam dikin.”

Sezgin Tanrikulu diyarkir ku ew “darbeya faşîst” herî bêhtir bi kêr aliyên rastgir û muhafazakaran hatiye û got “Hewl hatin dayîn ku li ser wê rejîmek nû bê ava kirin.”

Parlamenterê CHPê diyar kir heman tabloya giran ku Tirkiye piştî derbeya 12ê Îlonê rûbrûbûye, piştî hewla darbeya 15ê Tîrmeha 2016an jî rûbrûbûye û got "Niha Sîstemeke dadê ya ji 12ê Îlonê xirabtir heye"

Tanrikulu di dawiyê de wiha got: “Ev rejîma ku xwe weke lutfa xwedê dibîne, rehm li darbeya 12ê Îlonê xwest. Heman tabloya giran li gor tespîtên me îro jî berdewam dike. Eger hûn bibêjin çima? Ji ber ku bi hezaran komele hatin girtin. Bi hezran kes hatin destser kirin. Bi hezaran kesên ku peywendiya wan bi vê darbeyê nebûn ji erkên wan hatin dûrxistin û hatin girtin. Bi awayekî ne dadperwerane hatin darizandin. Ez îdia dikim. Binêrin duh ez bi tesadufî rastî yek ji wan girtiyên serdema 12ê Îlonê hatim. Wê demê 2 salan di girtîgehan de mabû. Wî ji min re got di şert û mercên 12ê Îlonê de parêzerên me ji niha baştir dikaribûn parastina me bikin. Yek ji wan kesan bû ku wê demê hatiye darizandin. Îdianamên wê demê esasî bûn. Di îdianema 1000 kesî de jî, tawana her kesekî bi awayek eşkere dihat gotin. Niha tişteke bi navê dadê nemaye. Niha sîstemeke dadê ya ji 12ê Îlonê xirabtir heye.”

Serepeyv