Çavuşoglu: Em di mijara koçberan de nikarin barekî din rakin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku welatî wan di mijara koçberan de nikarin barekî din li xwe bigirin.
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu iro 29ê Tebaxa 2021ê li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê civiyan.
Maas û Çavuşoglu piştî civînê konferanseke rojnamevanî saz kir. Çavuşoglu di konferansê de derbarê rewşa Efxanistanê de diyar kir ku ji ber êrîşên çêdibin rewş gelekî hesas e, û dibe ku rewş xirabtir û girantir jî bibe.
Mevlut Çavuşoglu got: “Eger koçberiya ji Efxanistanê bigihêje krîzeke mezin, ne tenê welatên herêmê, Ewropa jî di nav de dê bandor li hemû welatan bike. Divê em krîza Sûriyê ber çav bigrin û bi hevre çareseriyan pêş bixin. Me ev mijar bi Almanyayê re gotûbêj kir. Me wek Tirkiyê di mijara koçberan de berpirsiyartiya xwe ya exlaqî û mirovî pêk anî. Lê êdî em nikarin barekî din yê koçberan rakin..”