Tebax 28, 2021 10:40 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê dest bi dan û standinên bi Talîbanê re kir

Ruxmî rexneyên tund ên li ser têkiliyên Enqerê yên bi Koma Talîbanê re, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wan li Kabulê dan û standin bi Talîbanê re pêk aniye.

Duh Erdogan ragihand ku welatê wî yekemîn dan û standin bi tevgera Talîbanê re pêk aniye û daxuyand ku Enqere mijara birêvebirina balafirgeha Kabulê ku Talîbanê jê xwestibû, hîna dinirxîne.

Li gorî Reutersê, Erdogan got Talîbanê pêşniyar kiriye ku welatê wî balafirgeha Kabulê bixebitîne, lê belê Enqereyê hîna biryar nedaye.

Ajansa AFP`ê jî ragihand ku Erdogan diyar kiriy ku Talîban dixwaze balafirgeha Kabulê bi ewle bike, lê belê wê ji Enqerê re pêşniyar kiriye ku aliyê lojîstîkê bi rê ve bibe.

Erdogan got wan der barê mijarê de hîna tu biryar nedaye.

Dewleta Tirkiyê di çarçoveya dewamkirina erka NATO`yê de ku niha bi dawî kirine, nêzî 500 leşkerên xwe li Efganistanê bi cih kirin.

Serepeyv