Tebax 28, 2021 09:50 Asia/Tehran
  • Kilicdaroglu: Bila Erdogan koçberên Efxanî wergire koşka xwe

Serokê CHPê derbarê guhertinên dawî yên li Efxanistanê û rewşa koçberên Efxan daxuyaniyek da û got, “Em bi ti awayî koçeke nû ya koçberên Efxan qebul nakin, eger Erdogan gelek bixwaze bila hemû koçberên Efxan wergire koşka xwe. Ji xwe koşka wî gelek fireh e.”

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu duh serdana bajarê Mugalayê kir û piştî lêkolînên li deverên şewata daristanan, li gel 11 şaredarên şaredariyên bajarên mezin yên CHPê civiya.

Kilicdaroglu ku serokê partiya opozîsyona serekî ya Tirkiyê ye, piştî wê civînê derbarê geşedanên dawî yên li Efxanistanê axivî û got, “Geşedanên dawî yên li Efxanistanê her kesê nîgeran dike. Bombeyên ku herî dawî li wir teqiyane bûn sedema mirina gelek mirovan.”

Serokê Giştî yê CHPê amaje bi wê jî kir ku Tirkiye yek ji wan welatên cihanê ye e ku terorê herî zêde êş gihandiyê û got, “Ji ber wê me li gel malbatên wan leşkeran bi keyfxweşî pêşwazî li biryara vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Efxanistanê kir.”

Kilicdaroglu eşkere kir ku ew dixwazin hikûmet ji bo vegerandina koçberên Efxanî, bo welatên wan biryarekê bide û got, “Di vî warî de ti pêngavên cidî nehatine avêtin. “

Herî dawî serokê CHPê destnîşan kir ku ew bi ti awayî koçeke nû ya koçberên Efxanî qebul nakin û bang li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kir û got, “Eger gelek bixwaze bila hemû koçberên Efxanî wergire koşka xwe. Jixwe koşka wî gelek fireh e.”

Serepeyv