Hikûmeta Tirkiyê li Wanê 78 koçber û penaber girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328409-hikûmeta_tirkiyê_li_wanê_78_koçber_û_penaber_girtin
 Li navçeya Riya Armûşê ya ser bi Parêzgeha Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê ve, 78 koçber hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2021 04:39 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê li Wanê 78 koçber û penaber girtin

 Li navçeya Riya Armûşê ya ser bi Parêzgeha Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê ve, 78 koçber hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariya Wanê, ev demek e wan li dijî qaçaxiya koçberan dest bi operasyonan kirine.

Rêveberiya Ewlekariyê diyar kiriye, tîmên wan di çarçoveya van operasyonan de li navça Riya Armûşê ya Wanê, li ser gumanê di maleke 4 qat de dest bi lêgerînan kirine û di encamê de,  li qatên 3yem û 4em yên wê malê 78 koçber desteser kirine.

Li gor agahiyan, ew penaber birine Navenda Vegerandinê ya Îderaya Koçberan a Parêzgehê û du kes jî bi gumana rêkxistina qaçaxiya koçberan hatine desteserkirin.