Hejmara goriyên lehiyê li Tirkiyê zêde bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328272-hejmara_goriyên_lehiyê_li_tirkiyê_zêde_bû
Di çaremîn roja qewimîna lehiya wêranker li parêzgehên bakurê Tirkiyê, hejmara goriyan gihîşte 58 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2021 04:03 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên lehiyê li Tirkiyê zêde bû

Di çaremîn roja qewimîna lehiya wêranker li parêzgehên bakurê Tirkiyê, hejmara goriyan gihîşte 58 kesî.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Navenda têkoşîna dijî bûyer û bobelatên xwezayî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li parêzgeha Kastamonûyê heta niha 50 kes, li Sînopê 7 kes û li Bartînê jî kesek ji ber lehiyê miriye.

 

Ev di halekî da ye ku amarên ne fermî nîşan didin hejmara goriyên vê lehiya kêmdîtî herîkêm 10 beranberî hejmara fermî ye.