Li Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirine geheşt 40 kesan
Tebax 14, 2021 21:35 Asia/Tehran
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) diyar kir ku ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyan canê xwe ji dest dane û li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî windabûyî jî didomin.
AFADê di daxuyaniya xwe ya li ser lehiya Deryaya Reş de ragihand; hemû sazî bi piştgiriya personel û wesayîtan ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyên me mirin. Dermankirina 9 welatiyên me li nexweşxanan didome. Li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî windabûyî jî berdewam e."