Li Tirkiyê 138 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328228-li_tirkiyê_138_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 138 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2021 21:13 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 138 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 138 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) li vî welatî de belav kir.

Li gor daxuyaniya vê wezaretê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 22 hezar û 261 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 saetan de 15 hezar û 685 pêketî jî baş bûne.