Tebax 12, 2021 12:17 Asia/Tehran
  • Li Kastamonuyê Tirkiyê 4 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dan

Li çend bajarên Tirkiyê wek Sînop, Kastamonu, Bartin, Samsun û Karabukê ji ber barana zêde lehî rabû û ji ber lehiyê gelek avahî û cihên kar di bin avê de man, welatî asê man, rê hatin girtin û herwiha 4 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), di lehiya parêzgeha Kastamonuyê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Duh Çarşembê 11ê Tebaxa 2021ê li pênc bajarên Tirkiyê lehî rabû û bû sedema zerar û ziyaneke zêde. Li navçeyê destpêkê baraneke bihêz bariya. Piştre ji ber barana berdewam li çend bajarokên parêzgehên Samsun, Karabuk, Bartin, Sînop û kastamonu lehî rabû.

Lehiyê çendîn otomobîl û kelûpelên din li ber xwe birin û zerareke zêde gihand gelek xanî û avahiyan.

Tîmên AFADê li çend cihên lehiyê amade bûn û hejmarek welatî rizgarkirin. AFADê derbarê zerara canî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li parêzgeha Kastamonuyê 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya AFADê hejmarek kes wenda ne û xebatên lêgerînê ji bo wan berdewam e.

Her duh li parêzgeha Sînopê, nexweşxaneyek ji ber metirsiya lehiyê hat valakirin. Li Samsunê jî baraneke zêde bariya û piştre li çend cihan lehî rabû. Herî zêde zerar gehişte bajarokê Bafra yê wê parêzgehê û çend rê hatin girtin.

Zerar gehişte parêzgehên Karabuk, Bartin û Kastamonuyê jî. Bi giştî ji ber lehiyê li çend cihên wan her pênc parêzgehan erd qelişî û çend rêyên serekî jî bo çûn û hatinê hatin girtin.

Serepeyv