Li Wanê di balhilgerekê de 300 koçber hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328035-li_wanê_di_balhilgerekê_de_300_koçber_hatin_girtin
Li navçeya Çaldêrana ser bi parêzgeha Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê di balhilgereke ku hêzên jendemeyan rawestandine de 300 koçberên neyasayî hatin girtin û 4 kesên bi guman hatine desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2021 07:31 Asia/Tehran
  • Li Wanê di balhilgerekê de 300 koçber hatin girtin

Li navçeya Çaldêrana ser bi parêzgeha Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê di balhilgereke ku hêzên jendemeyan rawestandine de 300 koçberên neyasayî hatin girtin û 4 kesên bi guman hatine desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Jendermeyên navçeyê ragihandin ku di çarçoveya rê li koça neyasayî bigrin operasyona xwe berdewam dikin. Herwiha tê gotin ku di encama pîşkînîna barhilgerekê jin û zarok jî di nav de 264 koçberên Efxanistanê, 30 yê Pakîstanê û 6 jî yên Iranê hatine girtin.

Fermandariya Jendermeyan dibêje bi îdîaya ku koçberên neyasayî tînin Tirkiyê ajovanê barhilgêrê M.A û kesên bi guman M.D, E.S û M.S hatine desteserkirin.

Li gor hate gotin rewşa koçberan ji ber bê oksîjenbûn û birçêbûnê ne başbûye û ji aliyê tîmên Hêla Germ 112 tenduristiya wan hatiye kontrol kirin û pêdeviyên jiyanê hatine dayîn.