Şermezarkirina cinayetên rejîma Siyonîst li dijî Libnanê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên hovake ên rejîma Siyonîst yên çend rojên borî ser hin deverên başûrê Libnanê bi tundî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî bal kişand ser dewama êrişên rejîma Dagirker û binpêkirina yekperçetiya axê û serweriya neteweyî ya Libnanê û bêdengî û xemsariya saziyên navneteweyî bi taybetî Konseya Ewlehiyê ya NY sedema bêşermiya zêdetir a rejîma Siyonîst û dewama destdirêjî û cinayetên wê da zanîn û destnîşan kir ku rayedarên Amerîkayê ji ber piştgiriyên giştalî ji rejîma dagirker wekî hevdest û şirîkê hemî cinayetên rejîma Siyonîst li Libnan, Filistîna Dagirkirî û emî navçeyê tên hesabê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pesnê berxwedana bi wêrektî ya gelê Libnanê li himberî destdirêjî û dagirkeriya rejîma Siyonîst da û tekezî li ser hevgirtina tam a Îranê digel Libnanê jibo berevaniya ji serwerî, rûmet û serbixwetiya vî welatî li himberî destdirêjiya rejîma Siyonîst kir.