Jimara qurbaniyên Şewata li Antalyayê gihêşte 6 kesan
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê 2 karmendên ku tevlî xebatên vemirandina agir bûne canê xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn û zêde bûna van du qurbaniyan jimara qurbaniyên vê şewatê gihêşte 6 kesan..
Li gor agahiyan li ser agahdarkirina şewitîna yek ji erebeya taybet bi vemirandina agir li taxa Gebece, devera Belolok ya girêdayî navçeya Manavgatê ya Antalya tîmên agir vemirandinê ji bo wê deverê hatine şandin.
Di encama lêkolînên li wê deverê termên 2 karekeran hatiye dîtin û 2 karkerên birîndar jî bo nexweşxana Dewletê ya Manavgatê hatine veguhastin. Berî viya jî 4 kesên din canê xwe ji dest dabûn.
Roja 28ê Tîrmehê agir bi beşeke zêde ya daristanên Antalya û çend bajarên din ên Tirkiyê ket û li beşekî ji wan hê jî agir nehatiye vemirandin.
Li gor amarên dawî bi giştî heta niha di encama agirê daristanan de 6 kesan cane xwe ji dest daye, 271 kes birîndar in. Birîna yekî ji wan giran e û 73 welatî jî ji ber dûkela agir tendirustiya wan têk çûye. Herwiha 2 hezar û 300 avahî jî şewitîne.