Tîrmeh 30, 2021 10:52 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 60 kesên din bi Vîrûsa Koronayê can da

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 22 hezar û 161 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 60 kesan jî canê xwe ji dest da.


Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, duh bi şev amarên nû yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê 261 hezar û 198 pişkinînên Covid-19 hatine kirin ku encamên 22 hezar û 161 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 60 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest daye.

Ji duh ve 5 hezar û 463 nexweşên Koronayê jî li Tirkiyê baş bûne.

Serepeyv