Li Tirkiyê di şewatê de 63 kes mirin û birîndar bûn
Li daristanên Antalya, Tirkiyê, şewatek mezin derket û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 62 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan ya IRIB ji Enqerê, di heman demê de ku daristanên Manavgatê yên ser bi Antalyaya Tirkiyê di nav agir de dişewitin ji roja Çarşemê li deverên daristanî yên parêzgehên Adana, Mersin û Osmaniyê jî agirek mezin dest pê kir û xebatên vemirandina agir li deverên navborî berdewam dikin.
Li gorî vê raporê, li gorî rayedarên Rêxistina Girtina pêşiya Krîz û Balayên Siruştî yê Tirkiyê (AFAD), bayê tund û lezgîn vemirandina agir asteng kiriye, bi dehan xanî û wesayît, bi sedan hektar daristan bûye xwelî û û arî û bi sedan heywan jî jinav çûne.
Li gorî heman raporê, ji ber belavbûna bilez a agir 12 deverên niştecihbûnê hatine vala kirin.