Tîrmeh 26, 2021 10:20 Asia/Tehran
  •   Hejmara pêketina bi Covid-19 li Tirkiyê 14 hezar kes derbas kir

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 14 hezar û 230 kes bi vîrusa Covid-19 ketine, û 55 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, duh amarên nû yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê 233 hezar û 837 pişkinînên Covid-19 hatine kirin, ku encamên 14 hezar û 230 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 55 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Ji doh ve heta îro 4 hezar û 561 nexweşên Koronayê jî li Tirkiyê baş bûne.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, hejmara kesên ku dozên yekem, duyem û sêyem wergirtine, li tevahiya wî welatî gihîştiye 66 milyon û 142 hezar û 804 kesan.

Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û parêzgeha Bedlîsê di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla, li Çanakkale, Kirklareli, Edirne, Balikesir, Amasya, Eskişehir, Aydın, İzmîr û Tekirdag, herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên kurdnişîn bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine.

Li dû Bedlîsê, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Amed, Mûş, Êlih, Çewlîg û Îdir tên.

Serepeyv