Tîrmeh 21, 2021 17:23 Asia/Tehran
  • Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê serdana Efrînê kir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu di pêşhateke nû de bêyî îzna hikûmeta Şamê derbasî nav axa Sûriyê bû û serdana beşên dagirkirî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên Sûrî kir ku herdu bajarên Efrîn û Izazê jî di nav de ne.

Ajansa fermî ya Tirkiyê belav kiriye, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi helkefta cejna qurbanê roja Sêşemê 20ê Tîrmeha 2021 li gel cîgirê xwe Mehmet Ersoy, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arif Çetin û Rêveberê Giştî yê Asayişa Tirkiyê Mehmet Aktaş, Parêzgarê Kilisê Recep Soyturk û Parêzgarê Hatayê Rahmî Dogan serdana bajarên Efrîn a kurdên Sûriyê û Izaz ê li bakurê Helebê kiriye.

Suleyman Soylu li Efrînê destpêkê serdana Navenda Alîkariyên Mirovî û Nexweşxana Şîfa kiriye û paşê çûye serdana Biryargeha Operasyonên Taybet a Polîs li Efrînê û li wê derê ji polîsan re gotarek daye.

Piştre Soylu serdana bajarê Izazê li bakurê Helebê û bakurê rojhilatê Efrînê kiriye.

Ew serdana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bo nav axa Sûriyê di demekê de ye, ku li gor Destûra Netewên Yekbûyî û hiqûqa navdewletî, rayedarên ti welatekî nikarin bêyî agahdarî û rêpêdana welatê mazûvan, serdana beşek ji axa wî welatî bikin.

Wezîrê Tirk hewl da ku prestîjeke mirovdostiyê ji welatî xwe li bajarên hanê yên dagirkirî nîşan bide eva di rewşekê de ye ku ji dema ev deverana bi destê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku piranî ji grûpên terorîst in dagir bûne bûne navendên binpêkirina mafên mirovan û roj tine ku artêşa tirk û çeteyên wê xelkê kurd ên efrînê û xelkê deverên din nerevîn û şikence nekin û ji bo azadiya wan daxwaza preyek zav dikin, gelek ji kesên ku tên revandin çi kur û çi jî keçik piştî şikenecayan tên kuştin talankirin û dizîna mal û heya xelkê bi destê çeteyan û artêşa tirk bûye karekî normal li deverên hanê. Eva ji bilî wan kiryarane ku artêşa Tirkiyê û dewleta vî welatî dixebite demografiya navçê biguherîne û navçê ji kurdan vala bike û terorîstan û malbatên wan li dews û malên kurdan bi cih bike.  

Li Izazê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê axavinek kir û ragihand, “Em jibo pîrozkirina cejna we, malbatên we û Izaziyên li cem we hatine. Ger me pişta xwe zivirandibûya, em dê di ezmûna Xwedê de maban. Em spasiya Recep Tayyip Erdogan dikin. Ji bo ku rêya rast ji me re xêz kir. Dema ku cîhana rojava di van mijaran de bêdeng ma, em li keştiya wan siwar nebûn. Me pişta xwe neda birayên xwe. Em li hember vê çewisandinê bêdeng neman. Em li hember tiştê ku li zarokan, jinan û pîran hat kirin bêdeng neman.”

Serepeyv