Lehîyeka mirinbar li Tirkiyê rabû 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i360902-lehîyeka_mirinbar_li_tirkiyê_rabû
Baranên guj û lehî li Tirkiyê heta niha canê şeş kesan standiye.
(last modified 2026-10-18T12:07:25+00:00 )
Çirî 17, 2026 15:02 Asia/Tehran
  • Lehîyeka mirinbar li Tirkiyê rabû 

Baranên guj û lehî li Tirkiyê heta niha canê şeş kesan standiye.

Bi dîtina meytê welatîyekî wendabûyî li parêzgeha Kocaeliyê, hejmara qurbaniyan zêde bû; pênc kesan li Stenbolê û kesekî jî li Kocaeliyê can daye. Herwiha operasyona lêgerrînê ji bo dîtina sê wendabûyîyên din didome. Lehî bûye sedema binavbûna cade, avahî û derbasgehan û astengbûna hatûçûnê. Li Enqereyê jî barana guj bûye sebeb av bikeve ser rêyan. Rayedarên xwecî derbarê berdewambûna baranê û xetera lehîya nişkêveyî, hezaz û astengbûna tranzîtê hişyarî dane.