Kêmasiya bazirganîyê ya Tirkîyê li bere berê derbasbûna ji 100 milyar dolarî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i360838-kêmasiya_bazirganîyê_ya_tirkîyê_li_bere_berê_derbasbûna_ji_100_milyar_dolarî_ye
Kêmasiya bazirganiya derveyî ya Tirkîyê di heşt mehên destpêka sala 2026an da bi pêşketina sedî 9.3 gihîştiye nêzikî 65.8 milyar dolarî.
(last modified 2026-10-12T14:31:30+00:00 )
Çirî 12, 2026 18:00 Asia/Tehran
  • Kêmasiya bazirganîyê ya Tirkîyê li bere berê derbasbûna ji 100 milyar dolarî ye

Kêmasiya bazirganiya derveyî ya Tirkîyê di heşt mehên destpêka sala 2026an da bi pêşketina sedî 9.3 gihîştiye nêzikî 65.8 milyar dolarî.

Ev reqemek e ku îhtimala derbasbûna wê ji sînorê 100 milyar dolarî heta dawîya salê zêde kiriye. Li gorî amara Saziya Amarê ya Tirkîyê, hinardekirina vî welatî bi pêşketina sedî 4 gihîştiye 184.9 milyar dolarî, di halekî da ku hawirdekirin bi zêdebûna sedî 5.3, ji 250 milyar dolarî derbas bû. Amarên bazirganiya derveyî ya Tirkîyê nîşan didin, kêmasiya bazirganî ya Tirkîyê bi pêşketina sedî 22.3 bo 5.2 milyar dolarî zêde bû; ji ber ku hawirdekirin bileztir ji hinardekirinê pêş ket. Herwiha hawirdekirina kelûpelên mesrefî yên Tirkîyê kêm bûye, lê hawirdekirina madeyên seretayî zêde bûye; pêvajoyek ku nîşana berdewamîya zextê li ser hevssengiya bazirganî ya vî welatî ye.