Di gola Derinoz a Amasyayê de 5 kes ji malbatekê xeniqîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327720-di_gola_derinoz_a_amasyayê_de_5_kes_ji_malbatekê_xeniqîn
Li parêzgeha Amasya ya Tirkiyê 5 endamên malbatekê di golekê de xeniqîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2021 09:38 Asia/Tehran
  • Di gola Derinoz a Amasyayê de 5 kes ji malbatekê xeniqîn

Li parêzgeha Amasya ya Tirkiyê 5 endamên malbatekê di golekê de xeniqîn.

Li navçeya Suluova malbata Cenikli ku ji bo geştê çûbûn Gola Derinoz, piştî zarokê wan ê 3 salî bi navê Levent dikeve golê, 4 endamên din ên malbatê bi armanca ku wî rizgar bikin xwe davêjin nav golê.

Di bûyerê de, Levent Cenikli yê 3 salî, Hawanûr Cenikli ya 9 salî, Sultan Cenikli ya 50 salî, Emrullah Cenikli yê 19 salî û Elîf Cenikli ya 28 salî di golê de xeniqîn.

Termên wan 5 kesan ji aliyê tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte ya Tirkiyê (AFAD), ji golê hatin derxistin.