Tîrmeh 18, 2021 14:50 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 38 kes bi KOVÎD-19ê canê xwe ji dest dan

Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê 234 hezar û 131 testên KOVÎD-19 hatin kirin, ku li gor encaman 7 hezar û 666 kes bi vê vîrusê ketine û 38 kes ji pêketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, duh amarên nû yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê  234 hezar û 161 pişkinînên KOVÎD-19 hatine kirin, ku encamên 7 hezar û 666 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 38 kes ji pêketiyên KOVÎD-19 canê xwe ji dest daye.

Ji duh ve heta îro 5 hezar û 490 nexweşên coronayê jî li Tirkiyê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê daneyên derzîlêdana li hember vîrusa KOVÎD-19 jî aşkere kiriye û ragihandiye, li wî welatî kesên di ser 18 saliyê re herî kîm 1 doz vaksîna KOVÎD-19 wergirtine û diyar kiriye, heta niha rêjeya vaksînkirinê li wî welatî gihîştiye asta ji sedî 62.61, rêjeya kesên ku heta niha 2 doz vaksîn wergirtin jî bûye ji sedî 32.79

Wezaretê diyar kiriye, 38 milyon û 860 hezar û 906 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 20 milyon û 351 hezar û 388 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 3 milyon û 605 hezar kesan jî doza sêyem a vaksîna KOVÎD-19 wergirtine.

Li gor daneyên wezaretê, li Tirkiyê bi giştî 62 milyon û 816 hezar û 975 vaksîna KOVÎD-19 hatine bikaranîn.

Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û parêzgeha Bedlîsê li rojhilatê Tirkiyê di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla, li Çanakkale, Kirklareli, Edirne, Balikesir, Amasya, Eskişehir, Aydın, İzmîr û Bilecik, herî zêde vaksîna KOVÎD-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên kurdnişîn bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine.

Li dû Bedlîsê, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Amed, Mûş, Êlih, Çewlîg û Îdir tên.

 

Serepeyv