Cîgirê Rêveberê Polîsê Colemêrgê hat kuştin
Cîgirê Rêveberê Polîsê Parêzgeha Colemêrgê Hasan Cevher îro di bûyerekê de ji aliyê polîsekî ve hat kuştin.
Li gor agahiyan, Cîgirê Rêveberê Polîsê Colemêrgê Hasan Cevher di dema erkê xwe yê fermî de hatiye kuştin.
Malpera Sabah a Tirkiyê ragihandiye, Hasan Cevher ji aliyê polîsekî bi navê Nasuh Çulcu ve hatiye birîndarkirin, lê behsa sedemê û hûrgiliyên zêdetir nekiriye.
Li gor zanyariyan,Cîgirê Rêveberê Polîsê Colemêrgê ji serî û milê xwe ve birîndar bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye, herwiha polîsê êrîşkar Nasuh Çulcu jî ji lingê xwe hatiye birîndarkirin û hatiye desteserkirin.
Parêzgahiya Colemêrgê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û ragihandiye, “Di 13ê Tîrmehê de saet 1:30 piştî nîvro Cîgirê Rêverberê Polîsê Colemêrgê Hasan Cevher dema ku li mala polîsan xwarin dixwar, ji aliyê polîsê bi navê Nasuh Çulcu ve bi 3 gullan êrîş li ser hatiye kirin. Nasuh Çulcu dema ku xwestiye bireve ji aliyê polîsên din ve ji ligan ve hatiye birîndarkirin û girtin.”
Hasan Cevher di sala 2017an de ji Stenbolê bo Colemêrgê hatibû tayînkirin.