Tîrmeh 03, 2021 09:02 Asia/Tehran
  • Amerîkayê Tirkiye xist nava lîsteya welatên ku zarokan weke leşker bikar tîne

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Tirkiye xiste nava lîsteya ‘welatên ku zarokan weke leşker bikar tîne’. Bi vê yekê re care yekem e ku mûtefîqek yê NATO’yê dikeve nava lîsteyê. Muhtemel e ku ev gav têkiliyên Enqere û Waşîngtonê aloztir bike. 

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya têkilarî bazirganiya mirovan a sala 2021`an de diyar kir ku dewleta Tirkiyê li Sûriyê`piştgiriyek berbiçav` daye çeteyên Sultan Murad. Dewleta Tirkiyê ev demeke dirêj e ku li Sûriyê piştgiriyê dide vê komê. Her wiha Waşîngtonê diyar kiir ku ev kom zarokan wek leşker bi kar tîne.  

Li gorî tora El-Erebiye, rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku zarok li Lîbyayê jî wek leşker hatine bikaranîn.

Heman rayedarî wiha domand: “Ev cara yekemîn e ku endameke NATO`yê dikeve lîsteya qanûna qedexekirina biçekkirina zarokan.”

Komên parêzvanên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek çeteyên ku dewleta Tirkiyê ji bo hedefgirtina sivîlan, revandin û talankirinê, desteka wan dike, tawanbar dikin. NY’yê ji Enqerê xwest ku çeteyên xwe yên li Sûriyê kontrol bike, lê dewleta Tirkiyê ev îdia red kir û got ku ev tişt "bê bingeh" e.

Destê dewleta Tirkiyê di nakokiya li Lîbyayê de jî heye. Piştgirî û destekê dide hikumeta Wîfaqê ku navenda wê Terablus e.

Serepeyv