Bihayê elektrîk û gazê li Tirkiyê zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327384-bihayê_elektrîk_û_gazê_li_tirkiyê_zêde_bûye
Bihayê elektrîk û gaza xwezayî li Tirkiyê bi rêzê sedî 15 û sedî 20 zêde bûye
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2021 08:06 Asia/Tehran
  • Bihayê elektrîk û gazê li Tirkiyê zêde bûye

Bihayê elektrîk û gaza xwezayî li Tirkiyê bi rêzê sedî 15 û sedî 20 zêde bûye

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê ji Enqerê, Rêxistina Çavdêriya li ser Bazara Enêrjiyê ya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Bihayê her Kwh (Kîlo Wat Saet) elektrîkê jibo her cûre bikarênerekî, navmalî, pîşeyî an ticaarî ji dih pêncşemiyê va bi qasî 15% zêde bûye.

Kompaniya Borîdanîna neft û gaza Tirkiyê (Botaş) jî bi weşandina daxuyaniyekê bihayê gaza xwezayî ji 12 heta sedî 20 zêde kiriye.

Ev heftemîn zêdekirina bihayê gaza xwezayî di sala 2021ê da li Tirkiyê ye.