HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Dijî Jinan vekişiya
Nûnerên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Dijî Jinan a parlamentoya Tirkiyê vekişiya. Herdu nûnerên HDPê yên di komîsyonê de, Filiz Kerestecioglu û Semra Guzel ji komîsyonê vekişiyan.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Parlamentera HDPê û nûnera partiyê di komsîyonê de, Kerestecioglu roja Çarşemê 30ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de li Enqerê ragihand: “Desthilat rijd e li ser vekişîna li peymana Stenbolê ya parastina mafên jinan, lewra HDP ji vê komsîyonê vedikişe.”
Kerestecioglu got:“Em weke HDP sedema mayîna me ya di Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan de heta niha ew bû ku em biryara betalkirina Peymana Stenbolê bi şûnbe bidin kişandin. Bi heman awayî me xwest ku hebûna me rê bide rêxistinên jinan ku werin komîsyonê û gotinên xwe bibêjin. Lê belê duh biryara şûraya dewletê jî da ravekirin ku ew dê dest ji betalkirina Peymana Stenbolê bernedin. Ji ber vê yekê ji îro pê ve em di Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan de nîne. ”
Wê parlamentera HDPê herwiha awayê karê wê komîsyonê rexne kir û diyar kir, desthilat destwerdanê di karê komîsyonê de dike û derbarê şêweya karkirina komîsyonê de guman hene.
Ew di demekê de ye, ku duh Pêncşemî 1ê Tîrmehê roja vekişîna Tirkiye ji Peymana Stenbolê ya taybet bi mafên jinan e.
Filiz Kerestecioglu derbarê vê yekê de ragihand: “Piştî 1ê Tîrmehê tekane karê wê komsîyonê dê hewldan be ji bo rizgarkirina desthilatê ji wê jengava ku ketiye di nav de, em ne di nava vê leyîzê de ne.”
Pêştir Partiya Gel a Komarî(CHP) û ÎYÎ Partî ji vê komîsyona parlamentoya Tirkiyê vekişiyabûn.
Niha di komîsyonê de tenê endamên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewî ya nijadperest mane.
Semra Guzel, parlamentera HDPê ya Amedê jî ragihand, ew komîsyon ji bo rûbirûbûna tundiya li dijî jinan naxebite, “lêbelê mebest ji pêkanîna komsîyonê rewatîdan bi desthilata zilam di nava malbatê de ye, herwiha rewatîdan e bi derketina ji Peymana Stenbolê.”
Roja 20ê Adara 2021 bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya û biryar di rojnameya fermî ya dewletê de jî hatibû belavkirin.
Ev peyman, weke yekemîn peyman di asta hiqûqa navdewletî de tê hesibandin ku tekezî li ser rûbirûbûna tundiya li dijî jinan, newekheviya navbera jin û zilaman û cudakariyali hember jinan dike.