Derbarê Kiliçdaroglu û 19 parlamenteran de fezleke hatin pêşkêşkirin
Serokê CHPê jî di nav de derbarê 20 parlamenteran fezlekeyên rakirina parêzbendia dadweriyê bo parlamenta Tirkiyê hatin pêşkêşkirin.
Fezlekeyên Serokomariyê yên derbarê rakirina parêzbendiyê de di lîsteya Serokatiya Parlamentê de hat belavkirin.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de fezlekeyên rakirina parêzbendiya 20 parlementeran bo Komîsyona Têkel ku ji endamên Komisyona Dadwerî û Destûra Bingehîn pêk tê, hatin şandin.
Ji wan 20 parlamenterên fezleke bo wan hatine amadekirin, 15 ser bi HDP, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, 1 parlamenterê ÎYÎ Partî, 1 parlamenterê Partiya Demokrat (DP), 1 parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê û 1 jî parlementerê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) e.
Di nav fezlekeyên ku hatine şandin de du dosyayên parlamentera HDPê Salihe Aydeniz hene.
Berî niha jî Nîsana 2021ê derbarê 20 parlamenteran de fezleke hatibû amadekirin ku 10 ji wan parlamenterên HDPê û 10 jî parlamenterên CHPê bûn