Erdogan dîsa li dijî Kilîçdaroglu doz vekir
Serokomarê Tirkiyê dîsa li dijî Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku partiya oposesiyon a mezin li palementê ye doz vekir.
Li gorî malpera nûçeyan a T24 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di doza ku ji aliyê parêzerê wî Huseyin Aydin ve li dadgeha Enqereyê hat vekirin, Serokê Partiya mezin a opesesiyon (CHP) Kemal Kiliçdaroglu tawanbar kir ku di axaftina xwe ya di civîna fraksiyona CHPê de, heqaret li wî (Erdogan) kiriye û bi vegotinên derewan mafên kesane yê wî binpê kiriye.
Di dozê de, serokkomarê Tirkiyê daxwaz kir ku Kiliçdaroglu were mehkûmkirin ku 500,000 lîra tazmînatê bide.
Li gorî raporê, Kemal Kiliçdaroglu, di axaftina xwe de di civîna fraksiyona CHPê li Parlementa Tirkiye, Erdogan bi sûcdariya standina diravê neqanûnî, bertîl, gendeliya aborî, çalakiyên neqanûnî, vekirina hesabek bankî li derveyî Tirkiyê û xwerevandina ji ber bacê(bêşê) tawanbar kiriye, Herwiha Kilîçdaroglu Erdogan tawanbar kiriye ku bi hevkariya zavayê xwe 128 mîlyar dolar ji çavkaniyên darayî yên welêt zeyî(telef) kiriye û tawanbar kir û li hemberîqawetên biyanî û xwestekên wan teslîm dibe.
Berî vê yekê jî dadgehên bin deshilata Erdogan bi caran Kilîçdaroglu bi tawan û îdiayên wiha mehkûm kiriye ku xeramet û tezmînatê bide.