Li Tirkiyê 53 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 846 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 53 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 229 hezar û 846 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 5 hezar û 846 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 53 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 6 hezar û 536 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 420 hezar û 156 kesan, 49 hezar û 687 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 287 hezar û 94 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 60 milyon û 558 hezar û 812 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.