Li Tirkiyê 65 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 809 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 65 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 224 hezar û 192 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 5 hezar û 809 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 65 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 917 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 387 hezar û 545 kesan, 49 hezar û 358 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 248 hezar û 862 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 59 milyon û 221 hezar û 265 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.