Hezîran 23, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • Taximeke amerîkî dê biçe Tirkiyê

Televîziyona Tirkiyê ragihand ku taximeke karzanên amerîkî jibo gotûbêja digel rayedarên Tirkiyê derbarê dewama çalakiya balefirgeha Efganistanê dê seredana Enqerê bike.

Li gorî rapora TRT'yê, Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, çaverêtî heye ku taxima amerîkî roja Pêncşemiyê jibo gotûbêja derbarê berxwegirtina tevdîrên pêwîst bi mebesta dewama çalakiya balefirgeha Hamid Kerzay a Kabulê, derbasî Enqerê bibe.

Vê kanalê ragihand: Receb Teyib Erdogan û Joe Biden serokomarê Tirkiye û Amerîkayê hefteya borî li civîna serokên NATO'yê li Brûkselê di vî warî da axivîn û taximên du welatan dê hûrgiliyên vê mijarê vekolînin.

Tirkiyê ji 6 salan beriya niha va di çarçova qaşo "Memûriyeta piştevaniya vebirr a NATO'yê" ji Efganistanê da rêveberiya çalakiyên balefirgeha navneteweyî ya Hamid Kerzay a Kabulê girtiye ustiyê xwe.

NATO'yê vê dawiyê dawiya vê memûriyetê li Efganistanê ragihandiye.

 

Serepeyv