Li Tirkiyê 59 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan
Hezîran 19, 2021 08:37 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 71 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 575 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 497 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 359 hezar û 728 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 427 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 224 hezar û 224 kesan.