Hezîran 18, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • Îfadeyên êrişkarê avahiya HDPê ya li Îzmîrê

Êrişkarê ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê ku karmendeke wê bi navê Deniz Poyraz kuşt dibêje ku 10 gulle pêr bûn û qesda wî gelek kes bûn lê tenê kesek li avahiyê dîtiye û ew kuştiye.

Êrişkarê ku bi ser Avahiya HDPê ya Îzmîrê ku Deniz Poyraz kuşt di îfadeya xwe ya yekemîn de diyar kir ku ew bi 10 gullan çûye avahiyê û hemû gelle di avahiyê de berdane, armanca wî di avahiyê de kuştina gelek kesan bû lê wî tenê kesek tê de dîtiye.

Piştî bûyerê êrişkar O.G. hate desteserkirin û di yekemîn îfadeya xwe de dibêje ku bavê wî di tekelê de teqawit e, xwişka wî xwendekar e, ne endamê ti partî, komel, sendîkayê ye, bi malbatî li Îzmîr/Gazîemîrê rûdinên, bêkar e û leşkeriya xwe nekiriye, di meha Nîsana 2021an de dev ji karê xwe yê karmendiya tendirustiyê berdaye.

O.G. got ku wî di meha Çileyê de li ser Googleê navnîşana HDPê hîn kiriye û di meha Gulanê de serî li destûrnama çekê daye û destûrek demkî stendiye.

Herwiha êrîşker destnîşan kir ku ew di mehên pêşîn ên sala 2020an de, wekî karmendek tenduristiyê çû Minbicê û demekê li wir xebitiye.

Errîşkar got "Têkiliya min bi ti kesî re tune. Ji ber ku ez ji PKKê aciz im, ez ketim avahiyê û bi rengek bêserûber gule reşand."

Karzan dibêjin ev îfade muhtemele sexte bibe û ji O.G re gotibin ku çi bibêje û çi jî nebêje.

Serepeyv