Hezîran 17, 2021 19:24 Asia/Tehran
  •  Sancar: Desthilata Tirkiyê berpirsyara êrîşa ser avahiya HDPê li Izmîrê ye

Hevserokê HDPê Mithat Sancar li ser bûyera Îzmîrê ya li dijî avahiya HDPê di preskonferanseke rojnamevanî de li Enqerê, desthilata Tirkiyê weke berpirsyarê êrişa îro ya bo ser Şaxa HDPê ya li Îzmîrê bi nav kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Mithat Sancar bang li hemû partiyan kir û got “Ez bang dikim ku hemû partiyên li nav û derveyî parlamentoyê di asta serkirdeyan de bicivin û bûyerê binirxînin û helwesteke yekgirtî nîşan bidin.”

Hevserokê Sancar tekez kir û got “Em dê bi hemû rêyên demokratîk û li ser sindoqên hilbijartinê, hesabê van bûyeran ji aliyên berpirsyar bixwazin.”

Mithat Sancar got jî “Divê êdî her kes bizane û zelaltir bêje, ku armanca vê êrişê tenê ne HDP ye.”

Sancar di axavtina xwe de amaje bi vê yel kir ku wan îro civîneke mezin li Îzmîr'ê hebûye û tekez dike, "Eger me civîna xwe ya 40 kesî paşnexistiba, dê komkujiyeke mezin çê biba."

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê rastî êrişa kes an kesên nenaskirî hat û hewla şewitandina avahiyê hat dayîn.Herwiha tê gotin ku karmendeke HDPê canê xwe ji dest daye.

Berpirsê Ofîsa Enqerê Şevket Herkî têkidarî bûyerê diyar kir ku tê gotin ku kesek çekdar ketiye nav avahiya HDPê ya Îzmîrê û karmenda HDPê ya bi navê Deniz Poyraz di bûyerê de hate kuştin.

Li gor agahiyên berdest, derbarê bûyerê de kesek hate desteserkirin û polîsên ku çûne cihê bûyerê jî kolana ku avahî lê ye dorpêç kirin û têketina wê qedxe kirin.

Herwiha geştên tramwaya ku li nêzê avahiyê derbas dibû jî hatin rawestandin.

Derbarê bûyerê de Parlamentêrê HDPê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî ji Rûdawê re piştrast kir ku karmenda wan Deniz Poyraz, ji aliyê êrişker ve di nav avahiyê de hate gulebarankirin û canê xwe ji dest daye.

Çepnî da zanîn ku ew kesa hatî kuştin bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e, û temenê wê derdora 35 salî ye.

Bi gotina Çepnî êrîşkar hate girtin û got ku ew hêj nekarin têkevin avahiyê.

 

Serepeyv