Hezîran 17, 2021 12:26 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 71 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 48 hezar û 950 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 221 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 548 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 348 hezar û 249 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 632 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 215 hezar û 654 kesan.

 

Serepeyv