Li Dêrsimê 20 hektarên daristanan şewitîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327035-li_dêrsimê_20_hektarên_daristanan_şewitîn
Li bajarê Dersimê yê kurdnişînli anatolya rojhilatê agir bi daristanan û goristanekê ket û piştî çend saetan ji hewildanê ew agir hat kontrolkirin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2021 08:57 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê 20 hektarên daristanan şewitîn

Li bajarê Dersimê yê kurdnişînli anatolya rojhilatê agir bi daristanan û goristanekê ket û piştî çend saetan ji hewildanê ew agir hat kontrolkirin

Li bajarê Dêrsimê ji ber sedemeke ku nayê zanîn, agir bi daristanên gundê Çixekê ket û di encamê de jî 20 hektarên daristanan şewitîn.

Ji bo vemirandina agir, tîmên şaredariya Dêrsimê û her wiha rêveberiya daristanan a wê parêzgehê yekser çûne cîhê agir û lêkolînên li ser wê bûyerê jî berdewam in.

Di demên derbasbûyî de jî ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê li wê navçeyê, gelek caran agir bi daristanên wê parêzgehê ketiye. Lê sedemê agirê vê carê hîna nayê zanîn û lêkolînên li ser wê bûyerê jî berdewam in.