Hezîran 15, 2021 14:06 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 74 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 626 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 74 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 219 hezar û 290 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 5 hezar û 626 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 74 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 4 hezar û 585 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 336 hezar û 435 kesan û 48 hezar û 795 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 206 hezar û 836 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 57 milyon û 223 hezar û 789 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv