Rexneya HDPê ji hewildanên dewleta Tirkiyê jibo hilweşandina vê partiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326982-rexneya_hdpê_ji_hewildanên_dewleta_tirkiyê_jibo_hilweşandina_vê_partiyê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hilêxistina pirsê derbarê hilweşandina vê partiyê lin zanîngeheka dewletî ya Tirkiyê wek mînaka sûcê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2021 14:31 Asia/Tehran
  • Rexneya HDPê ji hewildanên dewleta Tirkiyê jibo hilweşandina vê partiyê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hilêxistina pirsê derbarê hilweşandina vê partiyê lin zanîngeheka dewletî ya Tirkiyê wek mînaka sûcê da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Zankoya aborî û zanistên îdarî ya Zanîngeka Pamûk Keleyyê di ezmûna dawiyê ya dersa dozgeriyê du pirsên ecêb derbarê hilweşandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pirsîn ku tûşî gelek bertekên nerênî bû.

Di pirsekê da hatiye: Kîjan sazî dikare partiyeke opozîsiyon a kurd hilweşîne?

Selîm Kaplan, berdevkê Komîsiyona Perwerdehî, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: Tu têkilkiya van pirsan bi perwerdehiya akademîk tune û hilêxistina wan nîşana nêrîna hikûmetê li gelê Kurd wek dijmin e.

Kaplan her wiha ji berçavnegirtina azadiyên mezhebî û şaristanî yên gelê Kurd û neşopandina mafên wan rexne kir û ew wek encama siyaseta dewleta Erdogan da zanîn.