Li Tirkiyê 75 kes bi Koronayê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 76 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 75 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 218 hezar û 758 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 6 hezar û 76 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 75 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 112 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 325 hezar û 435 kesan û 48 hezar û 668 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 198 hezar û 57 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 56 milyon û 789 hezar û 542 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.