Bernama Erdogan a ji bo Rûniştina NATOyê
Serokomarê Tirkiyê dê di civîna xwe ya Rêxistina Peymana Atlantîkê ya Bakur (NATO) bi hevtayê xwe yê Amerîkî re têkiliyên Enqere-Waşîngton gotûbêj bike.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anatolyayê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh piştî nimêja Înê li mizgeftekê li Stenbolê got ku ew ê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li rex civîna NATO ya li Brukselê bicive û pêşeroja têkiliyên Enqere-Waşîngton gotûbêj bike.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye yek ji pênc hêzên sereke yên endamên NATO ye û destnîşan kir ku li kêleka civînê, ew ê bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, her weha bi Serokwezîrên Letonya û Lîtvanya re jî bicive û gotûbêjê bike.
Serokomarê Tirkiyê her wiha destnîşan kir ku ew ê piştî zîrveya NATOyê biçe Komara Azerbaycanê û dê bi serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re peymana dualî ya berfireh îmze bike.