Gelek rayedarên dewleta Tirkiyê li Lîbyayê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326957-gelek_rayedarên_dewleta_tirkiyê_li_lîbyayê_ne
Gelek rayedarên dewleta Tirkiyê serdana paytexta Lîbyayê Terablusê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2021 15:36 Asia/Tehran
  •  Gelek rayedarên dewleta Tirkiyê li Lîbyayê ne

Gelek rayedarên dewleta Tirkiyê serdana paytexta Lîbyayê Terablusê kir.

Li gorî Sky Newsê, şandeya dewleta Tirkiyê ji wezîrên karên derve, hundirîn, parastin, serokê istîxbaratê, serokê daîreya têkiliyên bi serokomar re û berdevkê serokatiyê pêk dihat.

Hêjayî gotinê ye ku beriya lidarxistina lûtkeya NATO’yê di 14`ê Hezîranê de û Kongreya Berlînê di 23`yê Hezîranê de, rayedarên dewleta Tirk li Lîbyayê ne.

Dema ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê Yan Kubis hewl dide xebata siyasî li Lîbyayê bi pêş bixe, dewleta Tirkiyê şandeya xwe şand Lîbyayê.