Hezîran 12, 2021 09:56 Asia/Tehran
  • Partiyên Kurdî di hevdîtina Biden û Erdogan de xwepêşandanekê saz dikin

Pêşverû û Wehdê amadekariyên xwepêşandanekê dikin ku di dema hevdîtina Biden û Erdogan pêk bînin.

Partiyên Pêşverû û El-Wehdê amadekariyên xwepêşandandanekê dikin ji bo ku di dema birêveçûna hevdîtina Serokomarê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de li Brukselê, saz bikin.

Xwepêşandana herdu partiyan bi mebesta protestokirina binpêkirinên li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ne ku ew dagir kirine.

Rêxistinên Ewropayê yên herdu partiyên Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û El-Wehdê ya Demokrata Kurd li Sûriyê, daxwazê ji heval û dost û revenda Kurd li Ewropayê dikin, ku roja 14ê vê mehê, di dema hevdîtina Badin û Erdogan li Brukselê derkevin xwepêşandanê.

Herdu partiyên Pêşverû û El-Wehdê di banga xwe de dibêjin, armanc ji rêkxistina wê xwepêşandanê ew e, ku fişarê li ser raya giştî ya navdewletî bikin ku binpêkirin û kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Kurdên Sûrî werin rawestandin.

Bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kanî di encama êriş û operasyonên Tirkiyê de, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê dagir bûn.

Heta niha di hejmareke zêde ya raporên xwecî û navdewletî de behsa binpêkariyên çeteyên Tirkiyê yên li hemberî xelkê sivîl yên her sê bajaran hatine kirin ku di êrişên Tirkiyê hejmareke zêde ya Kurdan ji wan bajaran koçber bûne û dest bi ser mal û milkê wan de jî hatiye girtin.

Serepeyv