Tirkiye - Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326932-tirkiye_li_cizîrê_4_kes_hatin_girtin
Li qezaya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexaê ve ji 5 kesên ku duh di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, 4 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2021 08:14 Asia/Tehran
  • Tirkiye - Li Cizîrê 4 kes hatin girtin

Li qezaya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexaê ve ji 5 kesên ku duh di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, 4 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Cizîrê duh Pêncşemê 10ê Hezîranê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser hejmarak mal û navnîşanan de girtibûn û 5 kes desteser kiribûn.

Di serdegirtina malan de li Cizîrê kesên bi navê Serhat Inanç, Mustafa Ekran, Huseyin Ogen, Erdal Çaginni û Ramazan Turel hatibûn desteserkirin.

Ew kes bi "têkdana yekparçebûna dewletê" hatine tometbarkirin.

Îro piştî lêpirsîna li Rêveberiya Emnî, kesên desteserkirî li ser vê tohmetê derketin pêşberî dadgehê.

Li gor agahiyan, dadgehê derbarê 4 kesan de biryara girtinê da, lê kesê bi navê Huseyîn Ogen hat berdan.