Hezîran 10, 2021 17:47 Asia/Tehran
  •  Serdozgerê Komarî yê Tirkiyê daxwaza qedexeya siyasî ji bo 451 siyasetmedaran kiriye

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind hûrgiliyên doznameya derbarê HDPê de eşkere  kir û ragihand ku wan daxwaza qedexeya siyasî bo 451 siyasetmedaran kiriye û got jî ew çaverê ne dozname ji aliyê dadgehê ve bê qebûlkirin. Dadgeha Bilind  di nava 15 rojan de dê biryarê li ser dosyeyê bide.

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn li bajarê Antalyayê piştî konferanseke navdewletî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Doznama derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku berî niha du caran ji aliyê dadgehê ve hatibû vegerandin, berî çend tojan bo cara sêyemîn pêşkêşî Dadgeha Bilind hatibû kirin.

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind li ser pirsên rojnamevanan, hûrgiliyên doznama derbarê HDPê de eşkere kirin.

Serdozger Bekîr Şahîn derbarê amadekirina doznamê de got, “Tişta ji destê me hat, me kir. Me hemû delîl, biryar, CD û axaftinên rayedarên HDPê di nava dosyeyekê de wek delîl pêşkêş kirin.”

Serdozgerê Komarî aşkere kir ku ew dosye ji 843 rûpelan pêk tê û diyar kir, “Derbarê 451 kesan de daxwaza qedexê tê kirin.”

Şahîn behsa 69 kesên din jî kir ku navê wan di dosyeyê de heye û dibêje, ew “endamên rêxistinê” ne û wan kesan di berjewendiya PKKê de gotar û peyam belav kirine û tekez jî kir, “Lê em derbarê 451 kesan de daxwaza qedexeya siyasî dikin.”

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind diyar jî kir ku ew daxwaz dikin “tedbîr li ser hesaba bankî” ya HDPê bê danîn.

Li gor gotina Bekîr Şahîn 15 roj dem li ber Dadgeha Bilind heye ku biryarên li ser qebûkirin an jî redkirina dosyeya derbarê HDPê bide û dibêje, ew çaverê ne dozname bê carê bê qebûlkirin.

Dadgeha Bilind berî niha du caran doznameya girtina HDPê ji ber hebûna kêmasiyên di dosyeyê de paş de vegerandibû.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî Kurdan tê naskirin, têkildarî vê mijarê gotibû “bijardeya vegerandina doznamê li ber Dadgeha Bilind nemaye.”

Serepeyv