Kemal Qilîçdaroxlû ji hewildana hikûmeta Tirkiyê jibo hilweşandina HDPê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326899-kemal_qilîçdaroxlû_ji_hewildana_hikûmeta_tirkiyê_jibo_hilweşandina_hdpê_rexne_kir
Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) kiryarên pêkhatî jibo qedexekirina çalakiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dan ber rexneyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2021 13:36 Asia/Tehran
  • Kemal Qilîçdaroxlû ji hewildana hikûmeta Tirkiyê jibo hilweşandina HDPê rexne kir

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) kiryarên pêkhatî jibo qedexekirina çalakiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dan ber rexneyan.

Li gorî rapora malpear rojnameya Miliyetê, Li dû daxwaza Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê ji Dîwana Bilind jibo qedexekirina çalakiya HDPê, Kemal Qilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Partiyên siyasî hêmayên girîng ên demokrasiyê ne û nabe ku partiyên siyasî neyên berçavgirtin.

Wî di civîna fraksiyona CHPê li parlimana Tirkiyê da got: Di atmosfera ku demokrasî serdest be, ji bilî kiryarên tund, îmkana qedexekirina çalakiya partiyan tune.

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Heke serokên partiyekê çekdar bûn, dozger dikarin bikevin tevgerê, lê dema ku dozger bi destûra koma serdest ji bo betalkirina partiyekê dikeve tevgerê, ev yanî demokrasî tune.

Enqerê HDP bi piştgiriya ji terorîsmê tawanbar kiriye.