Li 12 gundên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326834-li_12_gundên_bedlîsê_qedexe_hat_ragihandin
Li 12 gund û mezrayên navçeya kurdnişîn a Xîzana Bidlîsa li Tirkiyê derketina derva hat qedexekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2021 17:28 Asia/Tehran
  • Li 12 gundên Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Li 12 gund û mezrayên navçeya kurdnişîn a Xîzana Bidlîsa li Tirkiyê derketina derva hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê hin gund û mezrayên Xîzanê heta fermaneke din derketina derva hat qedexekirin.

Walîtiya Bedlîsê di daxuyaniyê de diyar dike ku qedexe ji îro 6ê Hezîrana 2021ê destpê dike û heta fermaneke din berdwam dike.

Gundên ku qedexe lê hatine ragihandin wiha ne  Patyar, Kemalan, Hêgin, Endiyanis, Harmusê, Olçulu, Kamsar, Sidres, Biro, Sêz, Aktay û Karal.

Parêzgariyê hişyarî bi welatiyan jî da  ku ew pabendî biryarên qedexeya hatûçûnê bibin û di demên pêwîst de ji bo derketina derve destûrê bixwazin.

Herwiha hate gotin ku ew kesên vê biryarê binpêbikin dê werin cezakirin.  

Biryar e ligel qedexeya hatûçûnê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li hemberî PKKê li wan deveran bên destpêkirin.