PKK: Li Metîna 3 hêzên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, çeperek hate rûxandin
Hezîran 06, 2021 08:29 Asia/Tehran
PKK`ê ragihand ku hêzên wê li Girê Koordînê yê Metînayê xwe berdan nava dagirkeran û ji nêz ve li wan da. Li gorî agahiyan di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û çeperek hate rûxandin.
Hêzên PKK û YJA Starê duh êvarê saet di 19:30'î de li herêma Metînayê xwe berdan nava hêzên Artêşa Tirkiyê li ser Girê Koordîneyê.
Hate ragihandin ku di encama vê çalakiyê de 3 hêzên Artêşa Yirkiyê hatin kuştin, çeperek wan jî hate rûxandin.