Tirkiye: Operasyonên me li nav axa Sûriye Iraqê berdewam dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326768-tirkiye_operasyonên_me_li_nav_axa_sûriye_iraqê_berdewam_dibin
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê: Tirkiye bi biryar e operasyonên xwe yên leşkerî li Sûrîyê û Iraqê berdewam bike.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Hezîran 03, 2021 07:25 Asia/Tehran
  •  Tirkiye: Operasyonên me li nav axa Sûriye Iraqê berdewam dibin

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê: Tirkiye bi biryar e operasyonên xwe yên leşkerî li Sûrîyê û Iraqê berdewam bike.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê ragihand, Tirkiye bi biryar e operasyonên xwe yên leşkerî li Sûrîyê û Iraqê berdewam bike.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê piştî civîna bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di daxuyaniyekê de îdia kir: “Operasyonên ku hêzên Tirkiyê li derveyî sînor pêk tîne, bi armanca jinavbirina terorê û bicihkirina ewlehiyê li welatên cîran û Tirkiyê ye”

Encûmena Asayişa Niştimanî Tirkiyê îdia dike: “Tirkiye rêzê li serwerî û yekperçeyîya welatên cîran digire, lê dê helwesta xwe ya şerê li dijî terorê li hindur û derveyî sînor bimîne.”

Ev di halekî da ye ku beriyaviya dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeka hevpar kiryarên neberpirsiyarane yên Tirkiyê li axa wî welatî şermezar kirine.

Di nivîsa vê daxuyaniya hevpar da ku 1ê Hezîranê hat weşandin da hatiye: Em ji dewleta Tirkiyê dixwazin ku van kiryarên nemirovane û neqanûnî rawestîne.