Li Tirkiyê 122 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hezîran 01, 2021 09:50 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 122 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 122 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 47 hezar û 527 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 31ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 493 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 596 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 249 hezar û 404 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 9 hezar û 582 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 114 hezar û 624 kesan.