May 30, 2021 09:57 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 137 kes bi coronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 656 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 137 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 222 hezar û 613 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 7 hezar û 656 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 137 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê anê xwe ji dest dane. Herwiha 11 hezar û 180 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 235 hezar û 978 kesan û 47 hezar û 271 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 94 hezar û 279 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 53 milyon û 700 hezar û 891 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv